9786256626270
994921
Wergera Edebi Di Kurdi De
Wergera Edebi Di Kurdi De
415.00

Wergera Edebî Di Kurdî Ji Weşanên Lîsê Derket!
Berhema Wergera Edebî Di Kurdî De lêkolîneke zanistî ya der barê wergera edebî ya Kurdî de ye. Berhem cih dide mijarên wekî paşxaneya dîrokî ya wergerê, biwarê wergernasîyê, teorî û têgihên wergernasîyê, wergera edebîyatê û taybetîyên wergera cureyên edebî. Nivîskar armanc dike ku der barê teorî, model û têgihên wergernasîyê û paşxaneya dîrokî ya wergerê de û der barê wergera Kurdî de lêkolîneke giştî jî pêşkêş bike.
Nivîskar Samî Hêzil di berhema xwe de bi modeleke teorîk dahûrandina tekstên werger ên Îngilîzî-Kurdî dike û asta edebîtîyê ya wan wergeran destnîşan dike. Ev xebat hem dibe gavek ji bo lêkolîna wergerê ya di çarçoveyeke teorîk de, hem jî xebateke sepandinî ye ku li dora modela Christiane Nordê ya bi navê Analîza Tekstê ya navend-werger nimûneyên tekstên wergerê analîz û rexne dike.
Samî Hêzil • Di sala 1975'an de li bajarê Wan'ê ji dayîk bû. Lîsansa xwe ji beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî wergirt. Li Zanîngeha Mardîn Artuklu di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mastera xwe temam kir û niha jî di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Bîngolê de teza xwe ya doktorayê li ser wergera edebî dinivîse. Hêzil ji zimanê Îngilîzî çîrok, helbest, roman, berhemên zanistî û du pirtûkên li ser sînemayê wergerandine. Ew berhem wek pirtûk çap bûne, hin ji wan jî di kovaran de hatine weşandin. Di nav wergerên wî yên weşandî de berhemên nivîskarên wek E.A. Poe, Charles Lamb, Oscar Wilde, D.H. Lawrence, Charles Dickens, Pearl S. Buck hene û hin wergerên din jî ji bo çapkirinê tên amadekirin. Her wiha bi navê “Kurte-Wêjeya Kurdî” berhemeke Hêzil a li ser wêjeya Kurdî jî hatiye çapkirin. Bi navê xwe yê fermî Samî Hêzil derbarê ziman û wêjeya Kurdî gotarên zanistî nivîsîne.
Berhemên Wî:
Kurte Wêjeya Kurdî, Lêkolîn, Weşanên Sîtav, 2015
Lehengê Mîtolojîyê, Lêkolîn, Weşanên Lîs, 2021
Wergera Edebî Di Kurdî De, lêkolîn, Weşanên Lîs, 2025
Wergerên Wî:
Qelareşk û Bîst Helbestên Din, Edgar Allan Poe, helbest, Weşanên Bajar, 2004
Serpêhatiyên Ulysses, Charles Lamb, roman, Weşanên Lîs, 2010
Prensê Bextewar, Oscar Wilde, kurteçîrok, Weşanên Sîtav, 2015
Sînematografî, Blain Brown, sînema, Weşanên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2016
Belgefîlm, Erik Barnouw, sînema, Weşanên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2016
Wergera Edebî Di Kurdî De
Samî Hêzil
Wêje Rexne, 320 rûpel
Cotmeh 2025

(Tanıtım Bülteninden)

  • Açıklama
    • Wergera Edebî Di Kurdî Ji Weşanên Lîsê Derket!

      Hamur Tipi
      :
      2. Hamur
      Stok Kodu
      :
      9786256626270
      Boyut
      :
      13,5 x 21,0
      Sayfa Sayısı
      :
      320
      Basım Tarihi
      :
      2025
      Kapak Türü
      :
      İnce Kapak
      Dili
      :
      Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
  • Yayınevinin diğer kitapları
Kapat