9786256626232
994925
Felaket İm
Felaket İm
190.00

Felaket im Ji Weşanên Lîsê Derket!
buonasera delalê
ji araqa herî biçûk piçek bahoz û felaket
min zebeş jî kir paşila xwe
penêrê qerejdaxê jî heye
bila êvar bi ser te ve neçe
hê em ê herin daweta mitriban
Felaket im, ne zimanê keder û qederê ye, lê zimanê serîhildanê û sewdayê ye. Di nav kolanên bajaran de, di nav şewateke bêbav de zîl daye û bi şikl û awaza xwe dertê hemberî her dilî û her hişî. Her helbestê, xwe bi helbesta piştî xwe temam kiriye. Gava helbest bi dawî dibin, tiştê ku tê ser zar û ziman, ar û agir e.
Çayan Okuduci, bi awaz û nêzikatîya xwe, cihê xwe dîyar dike û dibe; “Ez li vir im.”
Çayan Okuduci • li Farqînê ji dayik bû. Di pênc salîya xwe de bi sedema kontrayan û cehşan malbata wî koçî Amedê kir. Di dibistanên mêtîngeran de heta lîseyê xwend. Paşê di nozdeh salîya xwe de ji Amedê koç kir çû Stenbolê. Xwendinên sê zaningehan bi dawî nekir. Gelek helbestên wî di kovarên Tirkî û Kurdî de hatin belavkirin. Gelek helbestên wî ji bo zimanê bîyanî hatin wergerandin. Bi du zimanan, Kurdî û Tirkî, dinivîse. Li ser helbest, roman û civakê nêrîn û analîzên xwe di malparên dîjîtal û kovarên çapkirî de weşandin û vê yekê didomîne. Hê jî li KurdStenbolê dijî.
Berhemên wî yên çapbûyî
Ên Bi Kurdî:
Helbestên Hevçerx ên Tirkî, Kaos Çocuk Parkı, 2018
Bêxweda, Weşanên Lîs, 2023
Felaket im, Weşanên Lîs, 2025
Ên bi Tirkî:
Yeniden Doğmak İçin, Tilki yayınları, 2014
Travestî At, Şiirden Yayınları, 2017
Ecmain, Şiirden Yayınları, 2019
Felaket im
Çayan Okuduci
Helbest, 72 rûpel
Cotmeh 2025

(Tanıtım Bülteninden)

Kapat