9786256626201
994923
Zengeşev
Zengeşev
190.00

Zengeşev Ji Weşanên Lîsê Derket!
şermeke kevnar e niha çîrok
ev pêlek e
û ev pêlek e
Kurdistan peyvek e
Îrfan Amîda, serpêhatîya helbestvanîya xasî xwe, bi vegotin û sembolên poetîkaya xwe didomîne. Di her pêlika helbestên xwe ên nû de bi şêwazekî dîtir ruhê peyvan dide ber çavên me.
Zengeşev, bi helbestên xem û xemgînîyên kûr, pêlên ji dem û wextên derbasbûyî, sîya bavên dilkeser, dayikên her dilovan û bendewarê azadîyê, hechecîkên dûrî warên xwe...
Ew her çendî ji cîhaneke nasyar sembolan berpeyî me, xwendevanên xwe dike jî, Îrfan Amîda pira zemên a di navbera duh û îroya Kurdistanê de peyv bi peyv li bîra me dirêse.
Îrfan Amîda • Ji Mêrdînê ye. Li Qesra Qelenderan (gundekî girêdayî navenda Mêrdînê) hatiye dinyayê. Dibistana pêşî li gund qedandiye. Paşê perwerdehîya xwe li Dirbêsîya serxetê û Qoserê domandiye. Li Zanîngeha Dicleyê, Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Mamostetîya Dîrokê qedandiye. Di binê sîwana NÇM'yê de kar û barên kelepora Kurdî kiriye. Bû şahidê avakirina Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê. Ji Kovara Rewşenê heya îro ji gelek kovar û rojnameyan re gotar, kurteçîrok û helbest nivîsandiye. Di sala 1996'an de vegerîya karê mamostetîyê. Di navbera salên 2003-2005'an de Serokatîya sendîkaya perwerdehîyê (Eğitim-Sen) şaxa Mêrdînê kir. Di sala 2018'an de wekî sirgûn ji Mêrdînê hat dûrxistin. Nivîskar, mastera Ziman û Çanda Kurdî qedandiye û niha li Mêrdînê dijî.
Lîs / Îrfan Amîda
Zaremya, helbest, 2009
Pêşangeha Sûretan, roman, 2011
Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê, lêkolîn, 2016
Şevek Şîzofren, roman, 2018
Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin, roman, 2020
Dîmenên Derizî, helbest, (Çapa yekê, Sî, 2002) 2023
Nameyên Nabersivin, helbest, (Çapa yekê, Aram, 2003) 2023
Şopa Neşuştî, helbest, (Çapa yekê, Lîs, 2005) 2023
Zengeşev, helbest, 2025
Wergera wî:
Balgîfa Mar, Murathan Mungan, Bijareya Helbestan, (Ligel Lal Laleş) 2007
Zengeşev
Îrfan Amîda
Helbest, 64 rûpel
Cotmeh 2025

(Tanıtım Bülteninden)

Kapat