9786256626300
994930
Di Navbera Du Banerman De
Di Navbera Du Banerman De
230.00

Di Navbera Du Banerman De Ji Weşanên Lîsê Derket!
Mehmet Veysi Boran, çîrokeke li pênc nifşên malbatekê belav bûye vedibêje ku ev malbat ji ber ku di navbera koçberî, mirin, tenêbûn, bawerîyên batinî, şîn û felaketên mezin de asê maye ker bûye. Boran, bi zimanekî xwerû, tenik û bi hestewarîya mirovatîya kûr ev romana xwe ya pêşî nivîsîye û tê de bi metaforên dewlemend giranîya tiştên ku hatine jiyîn pênase kiriye û bi van pênaseyan balê dikişîne ser gelek tiştan. Di Navbera Du Banerman De romana hesabdîtina ji dil û bi dilovanî ya bi rabirdûyê re ye.
Mehmet Veysi Boran • Di sala 1974'an li Batmanê hatiye dinyayê. Li beşên Rêveberîya Giştî, Civaknasî û Felsefeyê lîsans, li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê lîsansa bilind qedandiye. Li ÎFSAK û Navenda Hunerê ya Lotus a Stenbolê tev li perwerdehîya fotografgerîyê bû. Bi projeyên xwe di sala 2011'an de Xelata Kûpaya Şinasi Barutçu ya 25. qezenc kir. Bi fotografên xwe di qada netewî û navnetewî de bû xwedîyê zêdeyî çarsed xelat, mansîyon û pîleyî. Di gelek pêşangehên têkel ên neteweyî û navnetewî de cih girt. Fotografên wî di gelek rojname, kovar û katalogan de hat weşandin. Di sala 2014'an de bû xwedî payeya AFIAP-Artist FIAP (Hunermendê Fotografkêş ê Navnetewî) ya Federasyona Fotografkêşan a Navnetewî û di sala 2016'an de jî bû xewdî payeya EFIAP Excellence FIAP tekûzî. Di koleksîyona Federasyona Fotografkêşî ya Navnetewî (FIAP) de fotografên wî hene. Di Navbera Du Banerman De romana wî ya pêşîn e.
Lîs / Mehmet Veysi Boran
Di Navbera Du Banerman De, roman, 2025
Di Navbera Du Banerman De
Mehmet Veysi Boran
Roman, 110 rûpel
Cotmeh 2025

(Tanıtım Bülteninden)

Kapat