Li Welate Sinoran %20 indirimli Sherko Fatah

Li Welate Sinoran
Sherko Fatah

%20 İNDİRİM
108,00 TL
86,40 TL
Tükendi
9789755399935
610014
Li Welate Sinoran
Li Welate Sinoran
86.40

Sherko Fatah (Şerko Fetah) niviskareki Kurd u Alman e ku di sala 1964e de li Berlina Rojhilate hate dinyaye. Di sala 2015e de xelaten “Hunera Mezin ya Almanyaye” u ya Adelbert von Chamisso wergertine. Li edebiyata Almani zimaneke nu u cografyayeke nu zedekir u bi we dihete methkirin. Sherko Fatah ji sala 1975e ve re li Berlina Rojava dijit u romana xwe ya peşin “Li Welate Sinoran” di sala 2001e de weşand.

Ve romane di eyni sale de xelata Acpecte a Edebiyate ya li Almanyaye ji bo romana heri baş dihete dan, stand. Disa di sala 2002e de ji xelata Rumete ya “Yekemin Romana Heri Baş ya Rexnegiren Alman” wergirt. Di romanen xwe de gelemperi behsa herema ku babe wi je hati, yani Başure Kurdistane u Iraqe dike. Cografyaya hereme u insanen we digel derd u kul u heviyen wan biqase zihniyeta welate le dijît baş dizane.

Di romanen xwe yen Almani de van herdu çanden cuda bi hostayane vedibeje. Sherko Fatah di romana xwe ya yekem ku ji aliye rexnegiran ve pesne we te kirin de çiroka keseki ku li ser sinoran te u diçe vedibeje. Lehenge be nav li devera mayinkiri qaçaxçitiye dike u peymaneke wi digel mayinan heye: hindi ku ew wan aşkare neke ew ji ixanete li wi nakin. Le gava kure wi berze buy, her tişt diguhere. Ji bo peydakirina kure xwe ye winda mecbur dimine ku bi ajan re bikeve tekiliye u demudest raste ixanete dibe. Li gel ve peymana wi ya nepeni a digel mayinan betal dibe. Di kare xwe ye xeternak de ev derfeta ku ve peymane pek diina yek car ji deste wi diçe...

Wek karakteren romanen Sherko Fatahi welate ku ew karakter le digerin ji “be nav” in. Niviskar lehenge ve romana xwe “Qaçaxçi” li ser sinoren di navbera Iraq u Tirkiye digerine, yani li we Kurdistana welate sinoran... Weki qaçaxçiye romane, xwendevan ji raste rastiyen sinoran dibin u nikarin ji we dinyaye bi reheti veqetin..

“Kitebeke pewist u cihanşumul”

- Peter Handke

“Sherko Fatah, keşfeke rasti ye.”

- Televizyona Almani NDR

“Niviskar, xwendevanen xwe dikeşe erden mayinkiri.”

- Christina Zink

Kapat