9786259990743
975575
Kulilka Zagrosan
Kulilka Zagrosan
100.00

berf dibare li welatê min


lê li vî warê xopan


ku lê dijîm


dil û hinavê min dişewitin


mîna sêla li ser agirê gur sor bûbe


tenê dinêrim


ji dûr ve


bêyî ku bibînim


lûtkeya çiyayên pîroz


hîs dikim ez


dijîm


ta ji dil


lê ji dûr ve



ji te dûr im welato!


bi kesera te dijîm


di nava çar dîwarên zindana tekirdagê de


hêsinên wê dizeliqin bi çavên me ve


li vir


di nava bêdengiya zindanê de


ez li ser çiyayên


ku niha bi berfê xemilîne


dihizirim



(Tanıtım Bülteninden)


Kapat